Li ser têkîldariya cinsî (seksê) biaxive

Divê têkildariya cinsî xweş werê hîs kirin – di serî, navber û dawî. Ger tu têkildariya cinsî bixwazê divê tu jê re guhdar, baldar bê û sînyalan bistînê.

Ger tu ne ewle bê ku kesên din çi dixwazê tu mecbûrî bipirsê da tu zanibê û tu rewşê rast têbigihijê. Texmîn neke. Di rewşeke herî xirab de, texmînek dikare bibe ku tu li hemberî kesê nexwazê tiştek bikê û ji ber vê yekê bêşêne û binpêbikê.
Wê demê tu jî sûcekî dikê.

Awakek baş ku yê din çawa hîs dikê agahî bistînê û li ser biaxiva. Ji kesedin ka çi dixwazê û çi lê xweş tê bipirse. Bi awayê ku tu zimanê bedenê fem bikê, ifada rû meyzêne û tonê deng guhdarkê.

Te mafê alîkarî û piştgirî kirinê heye

Ger destdirêjiya cinsî li te hatibê kirin, ev tu carî ne şaşîtiya te ye. Ji bo vî tiştê hatî serê te tu tim xwedî mafê alîkarî û piştgiriyê yî. Gelek caran dikarê baştir bê ku li ser vî tiştê bûyî werê axaftin, wek mîne bi hevalekê/kî, bi kesekê/kî ji malbatê anjî kesek din ku tu lê ewle bê. Ger tu bixwazê bi kesekê/kî re biaxivê, gelek rêxistin jî hene ku tu dikarê bi wan re têkilî deynê.

Li ser malpera me lîstekeke ji bo rexistinên ku alîkarî û piştgiriyê didin heye (tenê bi îngîlîzî/swêdî).

 

Tiştekî ku ne baş bê li hember yekî din werê kirin.

Kirina têkildariya cinsî li hember bêdiliya kesekê/kî din her tim şaşe.

Ger tu bawer bê ku te têkildariya cinsî ya bêdilî li hember hinek din kiribê tu dikarê alikariyê bistînê. Tu dikarê li ser tiştê ku bûyî biaxivê û alîkariya ku tu reftariya xwe (tewrê xwe) biguharê bistînê. Tu dikarê wek mîne têkiliyê bi xeta alîkariyê PrevenTell re deynê.

Agahiyê li ser malpera PrevenTells zêdetir bibînê (tenê bi îngîlîzî û swêdî).

Lämna sidan direkt Dölj ditt besök