En lagbok ligger på ett bord.

Li ser qanûnê

Ji 1ê tîrmeha 2018`an ve li Swêdê qanûna sûcê cîns ya ku li ser dilxwaziyê avabûya derketiye. Carinan jê re qanûna razîbûnê tê gotin. Qanûn eşkere dibêjê ku her kes li ser beden û jiyana xwe ya cinsî xwedî mafê biryar dayinê ye. Têkiliya cinsî divê (têkiliya seksê) bi dilxwazî be, yan na ev sûc e.

Têkiliya cinsî ya (seksê) bi dilxwazî ​​tê wateya ku wî kesî bi xwe biryara ji bo têkîlî dayinê ya bi gotin yan jî bi zimanê bedenî erê kiriye.

Ger tu bixwazî bi yekê/kî re têkiliya cinsî (seksê) deynê divê tu birastî pêşî bizanibê ka ew kes jî di xwazê, wek mîne bi riya jê pirsînê.

Ev jî tê wateya ku her kes xwedî mafê kengî xwest dikarê fikra xwe biguherê ye. Berê çi bûye anjî kê pêşî helwest (înîsiyatîf) girtiye, ferqnakê. Ger ketina têkiliya cinsî (seksê) bi yekê/kî re bi bêdilî werê berdewam kirin, sûce.

Lämna sidan direkt Dölj ditt besök